Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Malbata Şenyaşar Daxwaza Edaletê ji Dadgeha Ruhayê Dikin


Emîne Şenyaşar û kurê wê Ferit - Dadgeha Ruhayê
Emîne Şenyaşar û kurê wê Ferit - Dadgeha Ruhayê

Beriya Hilbijartina giştî ya 2018'an, li navça Pirsûs (Siruc) ya Ruhayê, di navbera malbata Şenyaşar û xizmên parlamenterê AKPê Îbrahîm Halîl Yildiz de pevçûnek rû da ku di pevçûnan de Celal Şenyaşar, Mehmet Şah Yildiz hatin kuştin.

Li nexweşxanê jî bavê Celal Şenyaşar Esved û birayê wî Adil ji aliyê xizmên parlamenter ve hatin kuştin.

Fadil Şenyaşar ji kuştina Mehmet Şah Yildiz û birindarkirina 8 kesan bi cezayê 150 salan tê dadkirin. Birê parlamenterê AKPê Enver Yildiz jî ji kuştina Celal Şenyaşar bi cezayê 12 salan tê dadkirin.

Lê li ser kuştina Esved û Adil Şenyaşar hê jiber ku lêpirsîn temam nebûye doz nehatiye vekirin.

Dayika Cemal, Adil û Fadil, herwiha hevjîna Esved Şenyaşar, Emîne Şenyaşar li pêş avahîya Edlîyeya Ruhayê, digel kurê xwe Ferit di çalakiya rûniştinê da ye û dixwaze serdozger bibîne û jê bixwaze kujerên Esved û Adil jî werin girtin û cezakirin.

"Li nexweşxanê bavê zarokan li ber çavê min şerjêkirin, kurê min jî kuştin. Di dîmenên vîdyoyan de hemî xuya dikin lê sê sal in lêpirsinê temam nekiirine. Kujerê wan her rojê li ber çavê me ne. Em dixwazin ew jî werin girtin û doza zarokê min li erdê nemîne."

Hun dikarin agahîyên zêdetir li ser fayla deng gohdar bikin.

Raporta Amedê 11 03 2021
please wait

No media source currently available

0:00 0:03:45 0:00

XS
SM
MD
LG