Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Rûsya û NATO Ser Kêmkirina Alozîya Ukraynayê Dicivin


Rûsya û NATO îro Çarşemê li Brukselê li ser kêmkirina alozîyê ser sînorê navbera Rûsya û Ukraynayê dicivin.

NATO li dijî zêdekirina leşkerên Rûsyayê li ser sînorê Ukraynaye û dibêje ku ew ewlehîya Ewrupî binpê dike. Ji aliyê xwe ve, Rûsya li garantiyên ewlehîyê yên weke sînordarkirina berfirehkirina hevalbendîya NATO ya 30 endamî digere. Rûsya îdîa dike ku hevalbendîya NATOyê li gel welatekî mîna Ukraynayê li ser sînorê wê metirsîdar e.

Balyoza Amerîka li NATOyê Julianne Smith berî danûstandinên roja Çarşemê ji rojnamevanan re got ku NATO bi biryar e ku bibîne ger dîplomasî dikare alozîyê kêm bike. Wê her wiha got mijarên giştî yên gotûbêjê wê li ser "kêmkirina xeterîyê, zelalî, kontrolkirina çekan, û bi hevra pêkanîna danûstandinê li ser mijarên cuda.”

Smith her wiha hevgirtina Amerîka bi Ukraynayê re nîşan da û got ku "kiryarên Rûsyayê ev krîz zêde kirine" û hevalbendên NATOyê amade ne ku pêşî li êrîşên Rûsyayê bigirin.

Li Cenevreyê roja Duşemê, dîplomatên Amerîkî û Rûsî rûniştineke li dar xistin, û her du alî piştî civînê nîşana pêşketineke mezin nekirin.

Berdevkê Kremlin Dmitriy Peskov roja Sêşemê got ku danûstandinên li Cenevreyê "vekirî, berfireh û rasterast" bûn, ev nirxandinek ji hêla Washington ve hate pejirandin. Lê Peskov got ku ev encam di dawiyê de girîng e.

XS
SM
MD
LG