Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Amerîka 1 mîlyon û 350 Hezar Pêketînen Nû yên Korona Hatin Ragihandin


Li Amerîka roja Duşemê 1 mîlyon û 350 hezar pêketînen nû yên vîrûsa korona hatin ragihandin.

Li gor daneyên ajansa Reutersê, ew hejmar dibe bi tevahî rojane ya herî bilind jibo her welatekî li cîhanê. Hêjayî gotinê ye ku cureya omicron pir zû belav dibe.

Rekora berê bi 1.03 mîlyon pêketinan di 3ê Çilê de bû. Jiber ku gelek dewletan dawiya hefteyê rapor nekirin, her Duşemê hejmareke mezin ji bûyeran têne ragihandin.

Rêjeya heft rojî ya jibo pêketinên nû di du hefteyan de sê caran zêde bûye û rojane zêdetirî 700,000 pêketîyên nû hene.

Ajansa Reuters herwiha dide zanîn ku bi rekora nû, di rojê de hejmara nexweşên COVID-19 yên li nexweşxaneyê jî gihîşt asta herî bilind, ku di sê hefteyan dawîyê de du qat bû.

Zêdetirî 136,604 mirovên bi COVID-19 rakirin nexweşxaneyê, ji rekora 132,051 ku di Çileya paşîn de hatî destnîşan kirin, derbas kir.

Karbidestên tendirustiyê hişyarî didin ku hejmareke mezin ya pêketîyan dikare pergalên nexweşxaneyê teng bike.

Zêdebûna pêketîyan dibistanan asteng kiriye, ku pisgirêkên wek nebûna karmend, mamoste û ajokarên otobusê diqewimin.

XS
SM
MD
LG