Darizandina Serokê berê yê Amerîka Donald Trump di roja sêyan de bi axaftina 9 endamên Civata Nûneran, ku wek dozger kar dikin, didome.
Demokrat di roja sêyan de balê dikişînin ser ‘’rola Trump ya bo komkirin û sorkirina êrîşvanan’’
Endamên Demokrat yên Civata Nûneran di axaftinên xwe de dîyar kirin ku Trump di 6’ê Rêbendanê de bi awayekî eşkere bang li alîgirên xwe kiriye ku li Washingtonê kom bibin û dibêjin ku wî dema ew gav avêtiye dizanibûye ku ew çi dike.
Serokê Rêvebirên Împîçkirinê Jamie Raskin ser êrîşên 6’ê Rêbendanê got ku jixwe ‘’ew ne guherîneke tundrê bû bo Trump ku tevgera wî ya sereke wisa ye.’’
Raskin îdia kir ku Trump dizanibûye ku ewê alîgirên wî yên tundrê, ‘’şîdetê çêkin, êrîşan bikin û heta mirinê şer bikin.’’
Endama Demokrat ya Kongresê Diana DeGette jî da zanîn ku êrîşvanan berî êrîşê û li dû wî jî bi awayekî eşkere gotine ku wan li ser daxwaza Trump êrîş kiriye.
‘’Ew ne sûcekî veşartî bû. Serok ji wan re got ku li wir bin û jiber wê wan got qey ewê cezayekê nestînin.’’ DeGette got.
Civata Nûneran, ku piranîya wê Demokrat e, di 13’ê Rêbendanê de bernivîsa ser împîçkirina Trump pejirandibû.
Bo Trump sûcdar be, divê li Civata Senatoran ya bi 100 endam, 67 deng pêwîst in ku li wê civatê hejmara senatorên her du partîyan nîvenîv e.