Serokê Rûsya Vladimir Putin îro Sêşemê piştgirî da plana avakirina navendên perwerdehîya leşkerî ya hevbeş ya bi Belarûsê re.
Bi vê piştgiriyê fikar zêde bûn ku Mînsk û Moskow bi hevre li Ukrayna şer bikin.
Li gor biryarnameya nû ku îro hat weşandin, Putin ferman daye wezîrên berevanî û derve ku bi Belarûsê re ser perwerdeya leşkerî ya hevbeş danûstandinan bikin.
Biryarname rê dide ku Rûsya û Belarûs bo avakrina kargehan peymanekê çêkin lê di biryarnameyê de nehatiye dîyar kirin ku ewê navendên perwerdeyê li ku bin.
Moskow û Mînskê di serê vê mehê de dest bi hîndarîyên hevbeş yên hêzên esmanî kirin û çaverê ye ew hîndarî heta 1ê Sibatê bidomin.
Jêder: AFP