Karbidestekî Wezareta Derve ya Rûsya îro Înê got ku dibe ku Belarûs têkeve şerê li Ukrayna ger Kîev biryara dagirkirina her du welatan bide.
Rûsya di Sibata 2022yan de jibo dagirkirina Ukrayna axa Belarûsê bi kar anî û ji Cotmehê vir ve jî bo hîndarîyên hevbeş leşkerên xwe li wî welatî bi cîh kirine.
Her du dewletan li hev kirine ku ew hevkarîya xwe ya leşkerî xurt bikin û guman çêbûne ku Rûsya di ser Belarûsê re êrîşan bibe ser bakurê Ukrayna.
Karbidestê Wezareta Derve ya Rûsya Aleksey Polishchuk got ku ew bi Belarûsê re bo nehiştina alozîyê hîndarîyan çêdikin.
Polishchuk hişyarî da ku dibe ku Belarûs beşdarî şerê Ukraynayê bibe eger ew yan Rûsya were dagir kirin.
Wî dîyar kir ku ger Kîev gaveke wisa biavêje ewê bersiveke komî bidin.
Serokomarê Ukrayna Volodymyr Zelenskyy pêr Çarşemê gotibû ku divê welatê wî li ser sînorê xwe yê bi Belarûsê re amade be.
Zelenskyy dîyar kiribû ku ew ji bilî daxuyanîyên bi hêz tiştekî li sînor nabînin lê divê ew hazir bin.
Jêder: Reuters