Artêşa Rûsî îro Înê qebûl kir ku firokeke wê ya şerker bi şaşî bombeyek li ser bajarê Belgorod berdaye ku bûbû sedema peqîneke hêzdar.
Bajarê Belgorod 40 kîlometre li rojhilata tixubê Rûsya û Ukrayna ye, pir caran dibe armanca êrîşên dronî yên ji destpêkirina operasyona leşkerî ya Rûsya li Ukraynayê.
Lê, AP ragihand ku li gor rûniştvanên Belgorod peqîna derengîya şeva Pêncşemê ji hemî peqînên berê hêzdartir bû.
Di medya Rûsî de gelek şîrove belav bûbûn ku Ukrayna çekekî çi awayî xebitandiye û gelekên din jî îdia kir ku ew êrîşeke tolhilder ya Kîevê bû.
Lê, dû re Wezareta Berevanî ya Rûsî li xwe mikûr hat ku firokeke wê ya Su-34 bi xeletî bombeyek li ser esmanê Belgorod gêr kir û bû sedema peqîna xurt.
Pisporên leşkerî dibêjin ku îhtîmal e ku bombeyeke hêzdar ya 500 kîlogramî hatiye xebitandin.