Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Kremlîn: Rûsya Wê Wan Tankên Brîtanya Dide Ukrayna Bişewitîne


Tankên Brîtanya yên Challenger 2
Tankên Brîtanya yên Challenger 2

Berdevikê Kremlînê Dmitriy Peskov îro Duşemê got ku ewê tankên Brîtanya plan dike ku bişîne Ukrayna bişewîtinin.

‘’Ev tank dişewitin û wê wek yên din bişewitin’’ Peskov got.

Brîtanya pêr Şemîyê dîyar kir ku ewê 14 tankên xwe yên Challenger 2 û hin kelûpelên din yên leşkerî di hefteyên pêş de ji Ukrayna re bişîne.

Peskov got ku ew welat, Ukrayna wekî amûrek bi kar tîne da ku bigiîjin armancên xwe yên dijî Rûsya.

Wî dîyar kir ku alîkarîyên bo Ukrayna yên ji welatên wek Brîtanya û Polona dê rewşa li ser erdê neguherîne.

Welatên Rojavayî di şerê Rûsya û Ukrayna de bi Kîevê re ne, lê Moskow wan bi gurkirina girjîyê tawanbar dike.

Jêder: Reuters

XS
SM
MD
LG