Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Ukrayna Dibêje Rûsya bi 20-25 Hezar Leşkeran Êrîşan Dibe Ser Enîya Rojhilat


Artêşa Ukrayna ragihand ku Rûsya bi 20,000-25,000 leşkeran êrîşan dibe ser Chasiv Yar ya li rojhilata welêt û rewşa wirê niha dijwar e.

Kontrola Chasiv Yar ya li herêma Donetskê ya dagirkirî di destê hêzên Ukraynî de ye, lê Kîev bawer dike ku Moskow dixwaze di 9’ê Gulanê de wî bajarokî bixe bin kontrola xwe.

9’ê Gulanê li Rûsya wek Roja Serketinê ya dema Şerê Cîhanê yê Duyê tê pîroz kirin.

Berdevikê Fermandarîya Leşkerî ya Rojhilata Ukrayna Nazar Voloshyn dîyar kir ku rewişa li dora Chasiv Yar dijwar e, lê kontrol di destê wan de ye.

"Hêzên nû beşdarî li hêzên me yên li enîyan dikin û îstiqrara li xetê xurttir dibe. Nêzî 20, 25 hezar leşkerên Rûsî hewil didin ku êrîşan bibin ser Chasiv Yar û taxên li derveyî wê,’’ Voloshyn got.

Ger Chasiv Yar bikeve destê Rûsya wê hêzên wê nêzîk Kramatorsk û Slovianskê bibin ku di bajarên stratejîk yên Ukrayna ne.

Rûsya ev demek e pêşve diçû, lê piştî alîkarîya nû ya Amerîka ya jibo Ukrayna çaverê ye kêmahîyên çek û cebilxane yên hêzên Ukraynî biqedin.

Serokê Ukrayna Volodymyr Zelenskyy ji Telegramê dîyar kir ku leşkerên Ukraynî di rewişeke dijwar de ne ku li alîkarî wê rewşa wan rindtir bike.

Jêder: Reuters

XS
SM
MD
LG