Sazîya îstixbaratî ya Rûsî, FSB îro Pêncşemê ragihand ku dijî rojnamevanê CNN’ê Nick Paton Walsh lêpirsîn hatiye vekirin, bi sedema ku wî bê destûr ketîye nava herêma Kursk ya Rûsyayê.
FSB di daxuyanîyekê de got ku Moskow wê di demeke nêzîk de dijî Walsh û 2 rojnamevanên Ukraynî fermana girtina ya navnetewî derxîne.
Li gor qanûnên Rûsyayê kesên ku bi qaçaxî derbazî nava sînorê dibin, dikarin heta 5 salan cezayê zindanê bixwin.
Hêjayî bîrxistinê ye ku Moskowê di destpêka vê hefteyê de gazî li dîplomatekî payebilind yê Amerîkî kiribû û jiber "kiryarên provokatîf" yên rojnamevanên Amerîkî ku ji herêma Kursk region radigihînin, protesto dabû Washingtonê.
Walsh, ku hemwelatîyê Brîtanya ye, nûçegîhanê dêrîn yê CNN’ê yê jibo mijarên ewlekarîya navnetewî ye.
CNN, ku di 16’ê Tebaxê de raportek ji bajarokê Sudzha ya Rûsî ya bin kontrola Ukrayna weşandibû, heta niha şîroveyek li ser mijarê nedaye.
Ukrayna di 6’ê Tebaxê de bi awayekî surprîzî leşker û tankên xwe sînorê Rûsya derbaz kiribû û li herêma Kursk ya Rûsya hin cîh xistin bin kontrola xwe.
Jêder: Reuters