Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Rûsya Hember Senator Lindsey Graham Biryara Girtinê Derxist


Wezareta Karê Navxweyî ya Rûsya îro Duşemê hember Senatorê Amerîkî Lindsey Graham biryara girtinê derxist.

Wezaretê jiber şîroveyên Graham yên derheqa şerê li Ukrayna ew biryar derxist.

Graham Înîya borî bi Serokê Ukraynî Volodymyr Zelenskyy re civîbû û dû re ofîsa Zelenskyy vîdyoyek belav kiribû ku tê de gotibû “Rûs li Ukrayna diimirin.”

Graham herwiha alîkarîya leşkerî ya Amerîkî ya ji Ukrayna re jî pesandibû û gotibû ku ew alîkarî awayê herî qenc e ku me diravên xwe xerc kirine.

Ajansa AP dîyar dike ku wiha dixuye ku Graham gotinên xwe di beşên cihî yên axaftina bi Zelenskyy re kirine, lê vîdyoya ku Ukrayna weşandiye gotinên Gaham dû hev rêz kirine.

Vîdyo li Rûsya bûbû sedema nerazîbûnên kûr û bûbû sedem ku Wezareta Karê Navxweyî ya Rûsya hember Graham biryara girtinê derxe.

XS
SM
MD
LG