Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Moskow Dibêje Hêzên Ukraynî di Agirbestê de Êrîş Dikin


Moskowê îro Înê dîyar kir ku Kîevê di dema agirbesta ku Serokê Rûsya Vladimir Putin bo 36 saetan ragihandibû, êrîş birîye ser hêzên Rûsî.

Kîev û hevbendên wê ser agirbesta Putin ya 36 saetî dibêjin ku ew biryar dûrû û sexte ye.

Wezareta Berevanîyê ya Rûsya bi daxuyanîyekê got ku hêzên Ukraynî êrîş birine ser enîyên wan yên li Luhanks, Donetsk û Zaporizhzhia, lê hêzên Rûsî li gor agirbestê tevgerîne.

Daxuyanî got ku hêzên Ukraynî çar top avêtine hêla Lymanê.

Ajansa nûçeyan ya Reutersê dîyar kir ku wê nekarîye agahîya Rûsya bi awayekî serbixwe piştrast bike.

Ukrayna û hevbendên wê yên Rojavayî dibêjin Moskow bo zêdekirina leşkeran û kelûpelên wan agirbesteke sexte ragihandiye.

Putin, jibo xatirê Noela Ortodoksan, do Pêncşemê bi awayekî surprîzî fermana agirbesteke 36 saetî dabû.

Jêder: Reuters

XS
SM
MD
LG