Rûsya îro Duşemê ragihand ku hêzên esmanî yên Rûsî di derengîya do Yekşemê droneke Ukraynî anîye xwarê, dema ku ew dron nêzî bingeha esmanî ya Engels li herêma Saratov ya Rûsyayê dibû.
Wezareta Berevanîyê bi daxuyanîyekê ragihand ku sê karmendên hêzên esmanî yên Rûsî hatine kuştin.
Wezaretê got ku di bûyerê de ti firokên Rûsî zarar nedîtiye, lê jimareke hesabên media civakî yên Rûsî û Ukraynî yên nepiştrastkirî ragihand ku hin firok hatine rûxandin.
Bingeha Engels ya Rûsya li nêzî bajarê Saratov e û bi sedan kîlometran dûrî xetên pêşîn yên li Ukrayna ye û ew bingeh di 5’ê Berfanbarê de jî bûbû armanca êrîşekê.
Karbidestên Ukraynî heta niha ti carî bi eşkere berpirsîya êrîşên li hindurê Rûsya nagirin ser xwe, lê jiber wan êrîşan pir caran kêfxweşîya xwe dîyar dikin.