Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Ukrayna Dibêje Rûsya Naxwaze Pêguherîna Dîlan Çêbe


Leşkerên Ukraynî ku berê hatibûn berdan (Arşîv)
Leşkerên Ukraynî ku berê hatibûn berdan (Arşîv)

Ukrayna îro Pêncşemê Rûsya bi redkirina pêguheîna dîlên şer tawanbar kir.

Kîev û Moskowê piştî ku Rûsya Sibata 2022’yan dest bi dagirkirina Ukrayna kir jimareke caran dîlên şer bi hev re guhertin.

Hejmara pevguhertinan sala 2023’an ketin ku ya dawî jî serê meha Tebaxê çêbû.

Ombdusman Dmytro Lunets, ku berê di pevguhertinan de danûstandin kiriye, dîyar kir ku pevguhertin jiber ku Rûsya naxwaze çênabin.

Lunets dîyar kir ku ew dixwazin ku parêzvanên xwe yên dîl ketine vegerînin, lê jiber ku Rûsya ser vegerandina hemwelatîyên xwe xemsar e ew nikarin pevguhertinê bikin.

Wê got ku dîlên Rûsî yên li Ukrayna dixwazin ku pevguhertin çêbe, lê ji alîyê Rûsya ti kes wan naxwaze.

Wezareta Berevanî ya Rûsya ser îdiaya Ukrayna ti bersîv neda.

Hikûmeta Ukrayna meha Mijdarê ragihand ku ji 2014’an vir ve 3,574 leşkerên Ukraynî û 763 sîvîl ketine destê Rûsya yan cudaxwazên bi piştgirîya Moskowê.

Di van hejmaran de kesên vegerîne Ukrayna jî hene û ew ne temamê dîlketîyan in.

Agahîyên Ukrayna nîşan didin ku bi 48 pevguhertinan 2598 dîl vegerîne welêt.

Jêder: Reuters

XS
SM
MD
LG