Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Rûsya Dibêje Ukrayna HIMARS'ên Amerîkî li Navendên Navokî Vedişêre


Sazîya Îstixbarata Derve ya Rûsya (SVR) îro Duşemê îdia kir ku Ukrayna çekên welatên Rojavayî li navendên navokî vedişêre.

SVR ser vê îdiayê ti delîl raber nekir û ajansa nûçeyan ya Reutersê jî ragihandk ku wê nekarîye bi awayekî serbixwe vê îdiayê piştrast bike.

Li gor daxuyanîya SVR, roketavêjên HIMARS, sîstemên berevanî yên û topên Amerîka dane, li navenda navokî ya Rivne ya li bakurê rojavayê Ukrayna hatine bi cîh kirin.

Karbidestên îstixbarata Rûsî dibêjin hêzên çekdar yên Ukrayna çek û cebilxane li navendên navokî xistine depoyan.

Ew karbidest îdia dikin çek û cebilxane di dawîya Berfanbarê re hatine veşartin.

Amerîka û hevbendên wê yên Rojavayî di şerê Rûsya û Ukrayna de bi Kîevê re ne.

Moskow, Amerîka û hevbendên wê bi gurkirina girjîya li Ukrayna tawabar dikin û dibêjin ewê piştgirîya wan rê li ber armancên hêzên Rûsî negire.

Jêder: Reuters

XS
SM
MD
LG