Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Rûsya Dibêje Amerîka bi Perwerdekirina Ukraynîyan Beşdarî Şer Dibe


Russia Syria Media
Russia Syria Media

Balyozê Rûsya li Amerîka Anatoly Antonov got ku Washington bi kiryarên xwe nîşan dide ku ew jî beşdarîyê li şerê li Ukrayna dike.

Antonov dîyar kir ku Amerîka bi planên ser perwerdekirina leşkerên Ukraynî bo karanîna muşekên Patriot belgeyeke din ya beşdarîya li şer e.

Wî got ku Amerîka dê bo leşkerên Ukraynî li Fort Siil ya Oklahoma kurseke perwerdehîyê çêk e û ew jî bi awayekî defakto di şer de cîhgirtin e.

‘’Armanca rastîn ya revebirîya Amerîkayê ew ew ku bi destî Ukraynîyan li qada şer bi qasî ku pêkan be zararê bide Rûsyayê’’ Antonov got.

Karbidestekî Amerîkî bi şertê ku navê wî eşkere nebe dîyar kiribû ku perwerde dê di hefteyên pêş de li Fort Sill pêk were.

Amerîka û hevbendên wê yên Rojavayî di şerê Rûsya û Ukraynayê de li hêla Kîevê disekinin.

Karbidestên Rûsyayê, Amerîka û hevbendên wê bi gurkirina girjîyê tawanbar dikin.

Jêder: Reuters

XS
SM
MD
LG