Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Lavrov: Rûsya li Bendê ye ku Tirkîye Kontrola Efrînê Bide Hikûmeta Sûrî


Hêzên "Şaxa Zeytûnê" malên gelê Efrînê talan dikin
Hêzên "Şaxa Zeytûnê" malên gelê Efrînê talan dikin

Wezîrê Derve yê Rûsya Sergey Lavrov îro Duşemê dibêje ku Rûsya ji Tirkîye çaverê dike ku kontrola bajarê Efrînê ya stratejîk bide hikûmeta Sûrî.

Lavrov di civînekê de ji nûçegîhanan re got ku bendewarîya Rûsya ew e Efrîn di bin kontrola hikûmeta Beşar Esad de be.

“Serokomarê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan ti car negotiye ku Tirkîye dixwaze Efrînê dagir bike û Rûsya niha li bendê ye ku kontrola bajêr bide hikûmeta Sûrî.”

Tirkîyê di meha Adarê de êrîş biribû ser Efrînê û Yekîneyên Parastina Gel (YPG) ji bajêr derxistibû.

YPG pêkhatîya serekî ya Hêzên Sûrîya Demokratîk (HSD) ye ku hevalbenda serekî ya Amerîka li Sûrîyê ye.

XS
SM
MD
LG