Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Rûsya Îdia Dike ku Amerîka li Îraqê Dijî DAIŞ'ê Şer Nake


Firokên koalîsyonê DAIŞê bombebaran dikin
Firokên koalîsyonê DAIŞê bombebaran dikin

Rûsya îro Sêşemê Amerîka tawanbar dike ku bi rastî dijî DAIŞ’ê şer nake û hejmara êrîşên esmanî yên dijî wê rêxistina tundrê hindiktir dike ku pêşdeçûna artêşa Sûrî ya bi piştgirîya Rûsya hêdî bike.

Wezareta Berevanî ya Rûsî bi daxuyanîyekê ragihand ku koalîsyona bi pêşengîya Amerîka, di meha Îlonê de erîşên xwe yên esmanî bi awayekî berbiçav kêmtir kirine.

Li gor daxuyanîya Rûsî, di heman meha Îlonê de, artêşa Sûrî bi piştgirîya êrîşên esmanî yên Rûsî dest bi rizgarkirina Dêrezorê kiriye.

“Herkes dibîne ku koalîsyona bi rêbertîya Amerîka li Îraqê dijî DAIŞ’ê şerekî rastîn nake, lê li Sûrîyê jibo sedemên nedîyar dijî wê rêxistinê şer dike,” Generalê Rûsî Igor Konashenkov got.

Wî îdia kir ku wek encama helwesta Amerîkîyan, hejmareke mezin ya mîlîtanên DAIŞ’ê ji deverên nav Îraqê çûne deverên nêzî sînorê Dêrezorê.

Konashenkov got ku artêşa Sûrî di nîva operasyona standina bajarê Mayadin ji destê DAIŞ’ê ye, lê rojane hêzên piştevan ji nav Îraqê ji DAIŞ’ê re tên.

XS
SM
MD
LG