Balyozê Rûsya yê li Washingtonê Anatoly Antonov ser biryara Amerîka ya dersînorkirina 60 dîplomatên Rûs got ku ‘’gaveke pir şaş e’’
Antonov dîyar kir ku biryara Amerîka xeleke dawî ya peywendîya di navbera Washington û Moskowê de şikandîye.
Li gor nûçeyên di medyaya Rûsya de, Antonov ji rojnamevan re da zanîn ku ‘’Amerîka tenê ji hêzê fehm dike’’
Antonov dîyar kir ku ewê bersîva dersînorkirina dîplomatên Rûs bidin û da zanîn ku wî li Wezareta Derve ya Amerîka, ku bo wir hatibû vexwendin, jî gotîye ku ‘’gavên wisa zararê didin peywendîyên Amerîka û Rûsya’’
‘’Peywendîya heyî ya di navbera Amerîka û Rûsya de bi gaveke wisa hatiye qedandin’’ Antonov got.
Antonov dîyar kir ku ser jehrkirina Sergey Skripal û keça wî Yulia ji alîyê Rûsya ve ti delîl tune ye.
Wezareta Derve ya Rûsya dîyar kir ku di êrîşa dijî Skripal û keça wî de, tilîya hin hêzên li Amerîka û Brîtanya heye.