Ajansa nûçeyan ya Reutersê ragihand ku karbidestên Amerîka û Rûsya îro Duşemê li Tirkîyê dicivin.
Reutersê ew agahî ji zarê rojnameya Rûsî, Kommersantê ragihand.
Kommersantê da zanîn ku delegasyonên Rûs û Amerîkî dê li Enqere ya paytexta Tirkîyê rûbirû biaxifin.
Li gor Kommersantê, karbidestên payabilind yên îstixbaratê di şandeya Rûs de hene.
Kremlînê ew nûçeya rojnameya Kommersantê piştrast nekir, lê red jî nekir.