Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Rûsya Êrîşên Ser Hêzên Rejîma Sûrî li Dêrezorê bi Tundî Rexne Dike


Balyozê Rûsya li Neteweyên Yekbûyî (NY) Vasily Nebenziya, ser êrîşa koalîsyona bi pêşengîya Amerîka ya dijî hêzên piştgirîya rejîma got ku "tawana cengê" ye.

Koalîsyonê dîyar kiribû ku hêzên piştgirîya Esad dikin, li Dêrezorê êrîş birine ser navendeke Hêzên Sûrîya Demokratîk (HSD), wan bi êrîşa esmanî bersîva vê êrîşê daye û bi qasî 100 çekdar kuştine.

Nebenziya, li New Yorkê bi daxuyanîyeke da zanîn ku wî operasyona koalîsyonê,li Civata Ewlekarî ya NY'ê protesto kiriye.

Balyozê Rûs dîyar kir ku operasyona koalîsyonê "nayê qebûl kirin" û Amerîka "bi awayekî neqanûnî li Sûrîyê ye"

"Kes ew venexwendin wir. Tim dibêjin em dijî terora navneteweyî şer dikin, lê em dibînin ku ji vê derbaz dibin. Bi ser kesên ku li Sûrîyê bi rastî dijî terorê şer dikin de çûne û ew sûc e" Nebenziya got.

XS
SM
MD
LG