Rûsya dibêje, hêzên wê û yên Serokê Sûrî Beşar Esad, berî bavberdayîna mirovahî ya roja Pêncşemê, bombekirina bajarê Helebê sekinand.
Wezîrê Berevanî yê Rûsî Sergei Shoigu ew daxuyanî îro Sêşemê di televîzyonê de da û got ku sekinandina êrîşên esmanî îro demjimêr 10ê sibe ya bi dema xwecîhî destpê kir.
Berdevkê wezareta berevanî ya Rûsî General Sergei Rudskoi do gotibû ku hêzên Rûsî û Sûrî, di 20ê mehê de navbera 8:00 û 16:00 çekên xwe li Helebê rawistînin da ku sîvîl, kesên nexweş û birîndar û çekdar bikarin ji bajêr derkevin.
Rudskoi dabû zanîn ku jibo gel bikaribe ji Heleb derkeve wê du korîdor bêne ava kirin.
Amerîka û hin welatên Ewrupî Moskow û Şam sûcdar dikin ku tawanên ceng pêk tînin, lê Rûsya wê yekê red dike.