Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Firoka Veguhastinê ya Rûsî li Sûrîyê Ket, 32 Kes Hatin Kuştin


Firokeke Rûsî li bingeha esmanî ya Humeymîm
Firokeke Rûsî li bingeha esmanî ya Humeymîm

Medya Rûsî ragihand ku firokeke veguhastinê ya Rûsî li Sûrîyê gêr bû û 32 kesên nav wê, hatine kuştin.

Wezareta Berevanî ya Rûsî ragihand ku firok li bingeha esmanî ya Humeymîm ya li Lazqîya kete xwarê.

"Li gor agahîyên pêşîn, dibe ku pirsgirêkeke teknîkî bûbe sedema ketina firokê," wezaretê got.

Hêjayî balkişandinê ye ku di hindurê firoka Antonov-26 ya veguhastinê de 26 rêwî û 6 karmendên firînê hebûn.

XS
SM
MD
LG