Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Piştî Ketina Firoka Rûsî Girjîya Navbera Rûsya û Îsraîlê Gur Dibe


Firoka IL-20M
Firoka IL-20M

Wezareta Derve ya Îsraîlê piştrast kir ku cîgirê balyozê Îsraîlî, Keren Cohen-Gat li Moskowê ji Wezareta Derve ya Rûsî re hatiye bang kirin.

Berdevkê wezaretê Emmanuel Nahshon ji nûçegîhanan re got ku ew nikare li ser sedema wê bangkirinê ti hurgilî bide.

Serokê Rûsî Vladimir Putin ragihandibû ku firokeke wan di encama jimareke bûyerên trajîk li esmana Sûrîyê ketibû xwarê.

Demeke zûtir ya îro, Wezareta Berevanî ya Rûsî gotibû ku firokeke wê li Sûrîyê gêr bûye, lê wê bi îndîrektî Îsraîl bi gêrkirina firokê tawanbar kiribû.

Wezaretê dabû zanîn ku Îsraîlê firoka Rûsya wek mertal bikar anîye û berevanîya esmanî ya Sûrîyê bi çewtî êrîşî wê kiriye.

Wezaretê gotibû ku Îsrail bi awayekî provokatîf û dijminane tevgerîye û mafê wan yê bersîvê li hember Îsraîlê heye.

Di nav firoka IL-20 ya Rûsî de ku bi muşeka S-200 hate xistin, 14 leşker hebûn.

XS
SM
MD
LG