Wezareta Berevanî ya Rûsya îro Sêşemê hişyarî da rûniştvanên bajarê Kîevê ku ji malên xwe derkevin.
Wezareta Berevanî ya Rûsî got ku ewê li Kîevê cîhên ku ji alîyê hêzên ewlekarî yên Ukraynî ve têne xebiandin, bike armanc.
Wezaretê rûniştvanên Kîevê hişyar kirin ku divê kesên nêzî wan cîhan ji malên xwe dûr bikevin, lê wê zelal nekir ku li bajarê sê mîlyonî kîjan cîh dê werin lêxistin.
Hevdem, bajarvanê Kîevê vîdyokek weşand ku tê de anteneke mezin ya televîyonê di nava pêt û alavan de xuya dikir ku bûye armanca roketekê ku 5 kes jî kuştine.
Demeke zûtir ya îro, wezarets Rûsî dabû zanîn ku ewê li navendên ragihandinê yên li Kîevê bixin ku jibo “êrîşên pêzanînê” têne xebitandin.
Bi alîyekî din ve, Wezîrê Navxweyî yê Ukraynî Anton Herashchenko ragihand ku di êrîşên roketî yên Rûsî de, li bajarê duyê yê herî mezin, Kharkivê bi kêmî ve 10 Ukraynî hatine kuştin, 35 kesên din jî birîndar bûn.
Di êrîşên heman rengî yên do Duşemê de jî bi dehan kes hatibûn kuştin û birîndar kirin.
Serokê Ukraynî Volodymyr Zelenskyy got ku êrîşên giran yên ser bajarê Kharkivê, ku 1.5 mîlyon kes tê de dijîn, “terorîzma dewletê” ye.