Balyozê Rûsya yê li Îtalya, Sergey Razov îro Înê got ku wî li dijî rojnameya Îtalî La Stampa dozek vekir ku di nivîsareke xwe de qala îhtîmala kuştina Serokê Rûsya Vladimir Putin dikir.
"Ne hewce ye ku meriv bibêje çawa ew nivîs li dijî pîvan û prensîbên rojnamevanî ye," Razov li Roma, li pêş avahîya dozgerîyê ji nûçegîhanan re got.
La Stampa di 22yê Adarê de analîzeke bi sernavê "Ger kuştina zordarek têka bijare be " weşandibû û gotibû ku ger jibo sekinandina dagirkirina Rûsan ya Ukrayna şare nemîne, rêka mayîn ev e ku hin kes Putin bikujin.
Rojnameya Îtalî heta niha nêrînek li ser gilîya Rûsya nedaye.