Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Cudaxwazên Donetskê Îdia Dikin Bajarokê Lyman Ketiye Bin Kontrol Wan


Dîmeneke ji bajarokê Lyman ya li herema Donetsk, Ukrayna.
Dîmeneke ji bajarokê Lyman ya li herema Donetsk, Ukrayna.

Hêzên cudaxwaz yên ku Rûsya piştgirîya wan dike îro Înê îdia kir ku wan kontrola tam ya bajarokê Lyman li herêma Donetsk ya li rojhilata Ukrayna bi dest xistiye.

Hêzên ku xwe wek artêşa Komara Donetskê bi nav dikin li ser Telegramê ev agahî ragihand.

Wan got ku hêzên serhildayan, bi piştgirîya leşkerên Rûsî îro Înê Lyman û pirtir ji 200 cîhên din bi tevahî kontrol kirine.

Oleksiy Arestovych, şêwirmendê serokê Ukrayna Volodymyr Zelenskyy hindakirina Lyman piştrast kir û got ku şerê li wir nîşan dide ku Moskow taktîkên xwe baştir dike.

"Li gor ragihandinên nepiştrastkirî, me bajarê Lyman hinda kiriye. Ev yek asta zêdebûna rêvebirîya operasyonê û jêhatîbûna taktîkî ya artêşa Rûsya nîşan dide, " Arestovych got.

Walîyê Ukraynî yê Herêma Donetsk, Pavlo Kyrylenko ji got ku Lyman ji hêla hêzên Rûsî ve tê kontrol kirin, lê hêzên Ukraynî li heremê cîhên nû yên girîng bi dest xistine.

Lyman ya nifûsa wê ya berîya şer ji 20 hezaran zêdetir bû, navendek girîng ya serekî ya xetên trênê ye.

Bajarokê piçûk yê girîng bûye armanceke serekî ya kontrolkirinê jiber ku hêzên Rûsî ji bakur zextê dikin ku ji wir êrîşî herêma Donbas ya Ukrayna dikin.

Hêzên Rûsî ev çend hefte ne ku li herêma rojhilata Donbasê pêşketina xwe ya herî bi hêz pêk tînin, piştî ku di Adarê de ji Kîev û Kharkiv di destpêka vê mehê de hatin dûr xistin.

Pisporên leşkerî yên Rojavayî dibêjin ku serketina hêzên Rûsî li wî bajarokî û girtina wî ya di bon kontrola wan de dikare siberoja şer dîyar bike.

XS
SM
MD
LG