Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Reuters: Rûsya Kurdên Sûrîyê Vedixwîne Konferansa Derheqa Sûrîyê


Ajansa Reuters'ê ragihand ku rêvebirîya Kurdan li bakurê Sûrîyê ji alîyê Rûsya ve, ji konferanseke komên etnîkî li Moskowê hatiye vexwendin.

Karbidestekî Rûsî vê heftê gotibû ku armanca konferansê ew e ku çareserîyeke lihevkirî ya sîyasî ji kêçeya Sûrî re bibîne.

Şêwirmendê rêvebirîya otonomîya Kurdî ya li bakurê Sûrîyê, Bedran Çîya Kurd ji Reutersê re got ku ew hizra xwe li ser konferansê dikin û heta niha nêrîna wan erênî ye.

Wî da zanîn ku vexvendina fermî di dema hevdîtinên ligel karbidestên Rûsî de, meha borî li bakurê Sûrîyê ji wan re hate pêşkêş kirin.

Ajansa RIA ya Rûsî roja Yekşemê ragihand ku Moskow di meha Mijdarê de hizra darxistina konferanseke berfireh dike û plan dike komên etnîk yên Sûrî, bi amadekirina destûreke nû bîne ba hev.

Heta niha nayê zanîn ku di şerê Sûrî ya piralî de kîjan rêxsitin yan kom dê ji wê konferansê re bêne vexwendin.

Konferansa ku cara yekê Serokê Rûsî Vladimir Putin meha çûyî qala wê kiribû, dibe ku li bajarê Soçî ya li berava Derya Reş were kirin.

Dîplomatê Rûsî Alexander Lavrentyev jî ragihandibû ku dibe ew konferans li bingeha Humeymîm ya Rûsî li Sûrîyê were darxistin.

XS
SM
MD
LG