Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Kremlîn: Hevdîtinên ligel Saudî yên Derbarê S-400 Baş Derbaz Bûn


Kremlînê îro Duşemê ragihand ku hevdîtinên ligel Erebistana Saudî yên derbarê firotina sîstema muşekî ya berevanî ya pêşketî, S-400 ji alîyê Rûsya ve baş derbaz bûn.

Berdevkê Kremlînê Dmitry Peskov ji nûçegîhanan re got ku ew tenê dikarin ji alîyê xwe ve nirxadina hevdîtinan bikin ku ew jî heta niha baş e.

Peskov wek beesîva pirseke ser Îranê got ku biryara Erebistana Saudî ya kirîna sîstema S-400 ne dijî Îranê ye.

Serokê Rûsya Vladimir Putin hefteya borî li Kremlînê mêvandarîya melîk Salmanê Saudî kiribû ku hem bo nirxa petrola li seranser cîhanê p hem jî dawîkirina şerê Sûrîyê girîng bû.

XS
SM
MD
LG