Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Rûsya Dest bi Kişandina Hêzên Xwe ji Sûrîyê Dike


Firokeke Rûsî li Sûrîyê
Firokeke Rûsî li Sûrîyê

Wezareta Berevanî ya Rûsya îro Sêşemê ragihand ku beşa yekê ya firokên wê ji Sûrîyê derketin, piştî ku Serok Vladimir Putin fermana vekişîna hêzên Rûsî ji Sûrîyê da.

Putin gotibû ku piranîya hêza wan ya leşkerî wê ji Sûrîyê bêne derxistin jiber ku ew giheştin armanca xwe.

Putin herwiha daxwaz ji wezareta derve kiribû ku hewlên xwe bo çareserîyeke dîplomatîk ji kêşeya Sûrî re zêde bike.

Qesra Sipî jî do Duşemê ragihand ku Serok Obama telefona Putin kir û Ii ser biryara kişandina hêzên Rûsî û pêşvebirina danûstandinên aştîyê axifî.

XS
SM
MD
LG