Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Rûsya jiber Daxuyanîyên Ser Bûyera Jahrkirinê Gazî li Balyozê Brîtanî Dike


Wezareta Derve ya Rûsî îro Sêşemê ragihand ku balyozê Brîtanî li Moskowê ji wezaretê re hatiye gazî kirin.

Wezaretê da zanîn ku ji balyoz Laurie Bristow agahî li ser jahrkirina sixurê berê yê Rûsî û qîza wî hatiye xwestin.

Wezaretê hûrgilî di derbarê gazîkirinê de neda, lê do Duşemê serokwezîra Brîtanî Theresa May gotibû ku îhtîmaleke mezin e Rûsya li pêy wî karî be.

"Ev êrîş yekser kiryareke dewleta Rûsî ya dijî welat me ye yan jî hikûmeta Rûsî kontrola programa xwe ya madeyên kîmyayî hinda kir û jahrên wiha ketin destê kesên din," May got.

Sergei Skripal û qîza wî and Yulia bûbûn armanca êrîşekê û heta niha jî li nexweşxanê, di rewşeke krîtîk de ne.

Pisporên saxlemî yên Brîtanî ragihandibû ku madeyeke kîmyayî bi navê Novichock di êrîşê de hatiye xebitandin.

XS
SM
MD
LG