Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Rûsya: NY Hember Nedana Vîza ji Dîplomatên Wê re Bêdeng E


Wezareta Derve ya Rûsî îro Çarşemê Neteweyen Yekbûyî (NY) sûcdar kir ku çavê xwe ji derengxistina dayîna vîza ji karbidestên Rûsî re digire ku jibo tevlêbûna karên NY dixwazin herin New Yorkê.

Moskow dibêje ku Washington bi zanabûn dayîna vîzayan ji karbidestên Rûsî re dereng xistiye û ew yek jî peywendîyên nebaş hîn xirabtir dike.

Berdevika Wezareta derve ya Rûsya Maria Zakharova bi daxuyanîyeke nivîskî got ku divêbû hin karbidestên Wezareta Berevanî biçûna navenda giştî ya NY, lê ew çend meh in li benda wergirtina vîza ne.

“Pir balkêş e ku her tişt li pêş Sekreterê Giştî yê Neteweyen Yekbûyî Antonio Guterres çêdibe û ew jî çavê xwe ji kiryarên Amerîkî yên dijî rêziknameya NY re digire,” Zakharova got.

Rûsya di meha Îlonê de protestoya dîplomatîk dabû Amerîka ku bi zarê wê, nedayîna vîzayan ji delegasyona Rûsî re şermezar kiribû.

XS
SM
MD
LG