Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Karbidest: Rûsya 70% Leşker Ser Sînorê Ukraynayê Kom Kiriye


Karbidestên Amerîkî dibêjin ku Rûsyayê herî kêm 70% hêza leşkerî berhev kiriye da ku bijareya destpêkirina êrîşeke berfireh li ser Ukraynayê bide Serok Vladimir Putin.

Karbidestan, ku nirxandinên navxweyî yên komkirina leşkerê Rûsyayê gotûbêj kirin, çend nîşan dîyar kirin ku Putin di heftîyên pêş de niyaza dagirkirinê heye, her çend mezinahî û pîvanên wê ne diyar bin jî. Wan tekez kir ku çareseriyeke dîplomatîk ya pêkan hîn heye.

Di nav wan nîşaneyên leşkerî de: rahênanên hêzên navokî yên stratejîk ku Rûsyayê bi gelemperî payîzê lidarxistin, hatîye paşxistin bo nîvê Reşemê heta Adarê. Rayedarên Amerîkî wê wekî egera herî pêkan ya dagirkerîyê dibînin.

Karbidestan ti pêşniyar nekir ku di pevçûnek paşerojê dê karnîna çekên navokî hebe, lê rahênanên Rûsî - ku eger heye ceribandina mûşekên dûrmenzîl yên bêçek li ser erdê Rusyayê di nav de be – dibe ku wekî peyamekê were bikar anîn ku welatên Rojavayî xwe têkilî Ukranyayê neke û xwe jê dûr biêxe

Karbidestên Amerîkî di heftîyên dawî da gotin ku êrîşa Rûsyayê dikare bi lez û bez artêşa Ukraynayê têk bibe, her çend dibe ku bo Moskowê zehmet be ku dagirkerîyê bidomîne û serederîyê digel serhildanek pêkan bike.

Komkirina leşkerên Rûsyayê ya domdar di demekê da çêdibe ku rêveberiya Biden îstîxbaratê eşkere dike bi hêviya ku pêşîyê li agahîyên nerast yên (dezenformasyona) Rûsyayê bigire û planên Pûtîn ji bo çêkirina hincetekê bo dagirkeriyê asteng bike. Lê rexne lê tên kirin ku delîlên pişt wan îdîayan dabîn nekirine.

Roja şemiyê, The New York Times û The Washington Post gotin ku karbidest hişyarî didin ku êrîşeka Rûsyayê ya bi tevahî dikare bibe sedema girtina bilez ya Kîevê û 50,000 qurbanîyan.

Serok Joe Biden got ku ew leşkerên Amerîkî naşîne Ukrayna ku şer bikin.

Ukrayna ne endama NATO'yê ye lê piştgirî û perwerdehîya leşkerî ya Amerîka û hevalbendan werdigire.

XS
SM
MD
LG