Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Rûsya bi Dehan Xwepêşander Têne Girtin


Li Mosko û San Ptersburg, polîs derdora 50 kes girtin ku tevlî xwepêşaneke bê rêdan bûbû li dijî doseyeke gunehkariyê ya dijî 10 welatiyên Rûsî bi idîaya tevlêbûna wan a grûpeka tundrew ku pilan kir hikûmetê birûxîne.

Parêzerên wan 10 kesên ku di meha Adarê de hatibûn girtin, dibêjin polîs ev dose lihev aniye.

Çar kes ji wan gitiyan di zîndanê de ne û yên din jî di bin mayîna neçar a malê de ne.

Grûpeka OVD ku çavdêriyê kiryarên polîs û zordariya siyasî dike got herî kêm 40 kes li bajarê San Peresburgê û 9 li Moskoyê îro Yekşemê hatine girtin.

Ev dose bi berferehî tê rexnekirin wek nimûneyeke diyar a destdirêjiya fermî dijî yaseya tundûtijiyê li Rûsya.

XS
SM
MD
LG