Berpirên herêmî roja Şemîyê got ku Rûsyayê êrîşeke dronan li ser bajarê Xarkêvê yê Ukraynayê pêk anî, di encamê de 7 kes, di nav de 3 zarokên biçûk hatin kuştin, û ziyan gihîşt binesazî û xaniyên rûniştvanan.
Oleh Synehubov, parêzgarê herêma Xarkêvê, got ku hêzên Rûsî derengî Înê li bajarok, li binesazîya sivîl xist, bû sedema gelek agirên mezin, û ziyan gihişte herî kêm 15 malên niştecihbûnê li rojhilatê Xarkêv.
Wî li ser Telegram got, "Di encama êrîşan de, heft kes mirin, di nav wan de sê zarok: yek heftsalî, yek çarsalî, û pitikekî nêzîkî şeşmehî."
Sê kes birîndar bûn, wî got.
Hêza esmanî ya Ukraynayê ragihand ku berevaniya esmanî û komên gerok ên nêçîrvanên dronan 23 ji 31 dronên Rûsyayê xistine xwarê, ku herêma Xarkêv li bakurê rojhilatê welat û her wiha herêma Odesa li başûr kirin armanc.
Li Xarkêv, serokê ofîsa dozgerê herêmî Oleksandr Filchakov, di vîdyoyeka ku li ser Telegramê hatî weşandin de got ku sê dron li benzînxaneya taxa Nemyshlianskyi ya bajêr ketin.
Filchakov got, "sotemeniyeke pir hebû û ji ber vê yekê ev encamên tirsnak ên agir çêbûn."
Karbidestan got ku agirkuj û rizgarker bi şev kar kirin daku bi encamên êrîşê re rû bi rû bimînin, agir vemirînin, û kavilan paqij bikin.
Synehubov her wiha got ku dronên rûsî li xwaringeheka bajarokê biçûk Velykyi Berluk ku 100 kîlometre dûrî Xarkêvê ye, xistin. Wî ragihand ku li wir tu ziyanên canî çênebûne.
Ajansa Reuters ku ev nûçe belav ki, nekarî bi awayekî serbixwe hûrgiliyên êrîşê piştrast bike. Rûsyayê yekser bersiv nedaye daxwazek ji bo şîroveyê lê got ku ew bi mebest cihên sivîlan armanc nake.
Xarkêv ji destpêka êrîşa Rûsyayê ya li ser Ukraynayê di Sibata 2022an de bi berdewamî rastî êrîşan tê û di hefteyên dawî de gelek caran bû armanca êrîşên Rûsyayê.
Li bendera Odesa ya Deryaya Reş parêzgarê heremî got ku di erîşa dronekê de kesek birindar bûye.
Çavkanî: Reuters