Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Rûsya Malpera Nûçeya The Bell Blok Dike


Wêne ji Arşîfê ye

Rûsyayê roja Yekşemê malpera The Bell blok kir, ku malpereke ji hêla yek ji rojnamevanên sereke yên Rûsyayê ve hatîye damezrandin, malpera herî dawî ya ku tê blokirin, di demekê de ku Mosko medya serbixwe asteng dike.

Rûsya bi dehan malperên nûçeyan asteng kirine ji dema ku sala borî Ukrayna dagîr kirî ve, gelek caran ew bi belavkirina nûçeyên "derew" li ser "operasyona xwe ya leşkerî ya taybet" li Ukraynayê tawanbar dike.

Bell bi awayekî sereke nûçeyên karsaziyê romal dike û yek ji çend malperên medyaya serbixwe yên mayî bû, piştî ku berpirsan Mediazona, Meduza û Novaya Gazeta asteng kirin.

Wê sala borî got ew ê dev ji şopandina pevçûna li Ukraynayê berde, ji ber xetera li ser rojnamevanên xwe, lê berdewam kir di weşandina çîrokên derbarê bandorên dagirkeriyê li ser aboriyê.

Ew di sala 2017an de hate damezrandin ji hêla Yelizaveta Osetinskaya ve, ku berê sernivîseriya Vedomosti û çapa rûsî ya Forbes kiribû.

Him Osetinskaya û hem jî The Bell berê hatibûn binavkirin wek "ajanên biyanî", sazî û dezgehên ku ji hêla rayedaran ve di bin çavdêriya zêde de ne. Bell tavilê bersiv nedaye daxwazeke şîrovekirinê.

Wezareta Derve ya Rûsyayê roja Înê hişyarî da rojnamevanên rojavayî ku eger ew bi awayekî neprofesyonel tevbigerin û bi awayekî xerab bi Rûsya û gelê wê re reftarê bikin, wê demê ew nayên erêkirin.

Karbidestên Rûsî dibêjin ku hin medya li ser şerê li Ukraynayê bi awayekî kûr yekalî radigihînin, guh nedane kokên pevçûnê û bi eşkereyî alîgirên Ukraynayê ne, di heman demê de nijadperestiya vekirî û bêhiş li dijî Rûsan nîşan didin.

Komên mafên mirovan dibêjin, Rûsya hewl dide ku tevahiya dîmena medyayê kontrol bike bi rêya astengkirina nûçeyên serbixwe, û nehêle ku raportên wan li ser şer bigihêjinvxelkê Rûsyayê.

Çavkanî: Reuters

XS
SM
MD
LG