Kremlin îro Yekşemê got Ajansa Agahdariyên Navendî yên Amerîka CIA agahî ji desthilatdarên Rûsî re dabîn kirin ku zincîrek teqînên pilankirî yên li San Petersburgê têk birin.
Kremlin got serok Vladimir Putin telefona serok Donald Trump kir ji bo sipasiya wî bike li dor agahiyên CIA.
Rûsya got agahî girîng bûn ta astekê ku hêzên ewlekariyê karîbûn bergumanan bişopînin û pilanên wan ên êrîşkirina Katidraîya Kazan a dused salî û hin cihên din beravêtî bikin.
Mosko got Putin daxwaz ji Trump kir ku sipasiya wî bigihîne CIA û got ew dê hinek agahiyên radestî Amerîka bike li dor hin êrîşên pêşbîn li Amerîka, ku Rûsya berê gotibû wan hene.
Telefona îro Yekşemê di navbera herdû serkirdeyan de ew ya duyem e di çar rojan de.