Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Rûsya Alîgirên Serkirdeyê Opozisyonê Xwepêşandanan li Dar Dixin


Alîgirên serkirdeyên opozisyona Rûsî Aleksî Navalnî li seranserî Rûsya îro Şemiyê derketin xwepêşandanan li ser banga wî ya ku têde daxwaz dike alîgirên wî fişarê bidin ser deshilatdaran da rê bidin wî derbasî pêşbirka serokatiya Rûsya be.

Ev xwepêşandan dibin di demekê de ku Navalnî bo 20 rojan di zîndanê de ye bi sedema banga wî ya xwepêşandanên bê rêdan.

Li Mosko, çend sed xwepêşander, ku piraniya wan gênc in, li meydana Puşkînskaya kom bûn, û alên Rûsya û durişmên wek “Azadî ji bo Rûsya“ û “Azadî ji bo Navalnî “ hildan.

Polîs huşdarî da xwepêşanderan ku wan rêdana fermî ya xwepêşandanê nîne, bang li wan kir ku xwepêşandanê bidawî bînin, lê zor bikar ne anî.

XS
SM
MD
LG