Rûsya îro Pêncşemê ragihand ku ewê wek bersîvdana Fînlandîya ya dersînorkirina dîplomatên wê, 9 dîplomatên Fînlandî ji welêt derxîne.
Fînlandîya, ku endama nû ya NATO ye, meha borî ragihandibû ku wê jiber peywendîyên wan yên bi îstixbaratê, 9 dîplomatên Rûsî dersînor kirine.
Wezareta Derve ya Rûsya got ku Fînlandîya dijî Moskowê sîyaseteke şerker dimeşîne û ewê konsulxaneya Fînlandîya ya li St Petersburgê jî bigire.
Li gor karbidestên Rûsî, Fînlandîya dijî ewlekarîya Rûsya gefan çêdike û bi sorkirina Kîevê jibo şerê dijî Moskowê bi awayekî dijminane tevdigere.
Serokê Fînlandî Sauli Niinisto dîyar kir ku bersîva Rûs ya dersînorkirine tund e û ew jî wek bersîvdanê, hazirî dikin ku konsulxaneya Rûsî ya li Turku bigirin.
Fînlandîya û Swêdê par piştî şerê Rûsya û Ukrayna serî li NATO dan ku bibin endamên hevpeymanîyê, lê Swêd heta niha jî nehatiye pejirandin.
Jêder: AFP