Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Rûsya: Şandeyeke Hamasê Serdana Moskowê Kir


Berdevkê Wezareta Derve ya Rûsya Maria Zakharova îro Pêncşemê dîyar kir ku şandeyeke Hamasê serdana Moskowê kiriye.

Zakharova derbarê serdana şandeya Hamasê zêdetir agahî neda.

Medyaya dewletê ya Rûsya, RIA ji zarê jêderên Filîstînî dîyar kir ku di şandeyê de endamê payabilind yê Hamasê Ebu Marzuk jî heye.

Peywendîyên Rûsya li Rojhilata Navîn bi Îsraîl, Îran, Rêvebirîya Filîstînî û Hamasê re hene.

Moskow jibo krîza Îsraîl û Hamasê biserneketina dîplomasîya Amerîka tawanbar dike û jibo aştîyê banga danûstandinên dîplomatîk dike.

Zakharova got ku Cîgirê Wezîrê Derve yê Îranê Alî Baghiri Kani jî serdana Moskowê dike û bi hevtayê xwe yê Rûsî Mihail Galuzin re dipeyîve.

Jêder: Reuters

XS
SM
MD
LG