Wezareta derve ya Rûsyayê roja Yekşemê got ku ew bi tundî êrîşa esmanî ya Îsraîlê li ser bajarê Dîmeşqê û derdora wê şermezar dike û ew êrîş wek "binpêkirina eşkere" ya yasayên navdewî anî ziman.
Peyvdara wezaretê Mariya Zaxarova got: "Em bi xurtî daxwazê ji aliyê Îsraîlî dikin ku dev ji gurkirinên çekdarî yên li dijî Komara Erebî ya Sûriyê berde û xwe ji gavên ku ji bo tevahiya herêmê encamên metirsîdar hene, dûr bixe."
Şahid û karbidestan got ku êrîşeke rokêtan ya Îsraîlî serê sibê roja Yekşemê li avahiyeke taxa Kefer Sûsa ya navenda Dîmeşqê xist, di komgeheke ewlekarî ya mezin de ku bi giranî tê parastin û nêzîkî dezgehên Îranî ye, û di encama êrîşê de pênc kes hatin kuştin.
Çavkanî: Reuters