Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Rûsya Dibêje Hêzên Wê li Nêzî Moskowê 2 Dron Xistine


Rûsya îro Sêşemê ragihand ku hêzên wê li nêzî Moskow ya paytext 2 dron xistine.

Moskow li gor ragihandina karbidestên Rûsî ev 5 şev in li ser hev bi êrîşên dronî re rûbirû dimîne.

Bajarvanê Moskowê Sergei Sobyanin dîyar kir ku ji dronan yek li herêma Krasnogorsk yek jî li ya Chastsy hatiye xistin.

Sobyanin derbarê ziyanên madî û kuştî û birîndaran ti agahî nedan.

Hin vîdyoyên ser medyaya civakî, ku nehatine piştrast kirin, nîşan didin ku bi dehan însan li Krasnogorskê piştî êrîşê kom bûne.

Di vîdyoyan de tê dîtin ku parçeyên dronan li erdê ne.

Hin jêderen medyayê didin zanîn ku di êrîşan de avahî û otomobîlan zarar dîtine.

Ji vîdyoyan xuya dibe ku herêma êrîşan hatiye dorpêç kirin.

Jêder: AFP

XS
SM
MD
LG