Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Yulia Navalnaya Dibêje 'Putin Mêrê Min Kuşt'


Yulia Navalnaya
Yulia Navalnaya

Jinebîya Alexei Navalny roja Duşemê got ku serokê Rûsyayê Vladimir Putin mêrê wê kuşt, û sond xwar ku karê wî bidomîne, sê rojan piştî mirina wî di zindanê de.

Yulia Navalnaya di axaftineke vîdyoyî ya ku Duşemê hat weşandin de hêsirên xwe girtin û got: "Sê rojan berê, Vladimir Putin mêrê min Alexei Navalny kuşt."

Navalnaya got, "Alexei piştî sê salan ji êşkenceyê di zindanê de mir."

Navalnaya ku zêdetirî deh salan di şerê li dijî Putin de li kêleka hevjînê xwe bû, soza domandina xebata xwe da.

Wê got, "Ya herî girîng ku em dikarin ji bo Alexei û ji bo xwe bikin ew e ku em şer bikin, ji berê bêhtir û tundtir".

"Divê em her derfetekê bikar bînin li dijî şer, li dijî gendeliyê, li dijî neheqiyê, û ji bo hilbijartinên dadmend û azadiya ramanê, û vegerandina welatê xwe, têkoşînê bikin."

Wê her wiha soz da ku kesên ku mêrê wê kuştine eşkere bike.

Wê got, "Em tam dizanin çima Putin sê rojan berê Alexei kuşt... Em ê teqez bibînin ka kê ev sûc kiriye û çawa hatiye kirin. Em ê navan aşkere bikin û rûyan nîşan bidin."

Kremlînê got ku vekolîn li ser mirina Navalny berdewam e û rexne li hikûmetên rojavayî kir ku dibêjin Putin berpirsiyariya kuştina wî hildigire.

Karbidestên Rûsî heta niha red kirine ku termê Navalny radestî dayik û parêzerê wî bikin, û alîgirên wî tengav kirin, ku digotin ev tevgerek ji hêla "kujeran" ve, ku "şopên kiryara xwe veşêrin".

Çavkanî: AFP

XS
SM
MD
LG