Rexnegirê Kremlin Alexei Navalny îro Şemîyê doza xwe ya pêdaçûnê, ku têde gotibû sedemên biryara zîndankirina wî ya nêzîkî sê salan sîyasî ne, ji dest da, lê got bawerîya bi xwedê û rastîya doza wî piştgirîya wî dikin.
Navalny, rexnegirê herî mezin yê serok Vladimir Putin, demekê berê vê mehê hatibû zîndankirin bi sedema binpêkirinên azadkirina mercdar ku Navalny dibêje ew ne rast in. Welatên Rojava ev doz şermezar kir û sepandina cezayan li dijî Rûsya gotûbêj dikin.
Dadgeheke Moskoyê bi awayekî lezgîn daxwaza pêdaçûnê ya Navalny red kir, lê 6 hefte ji dema zîndankirina wî kêm kirin.
Cezayê wî 3 sal û 5 meh bû, lê bi hejmartina dema mayîna wî ya neçar li mal, cezayê wî bû dora 2 sal û 8 mehan.
Parêzerê wî got dê tîma wî ya yasayî hewl bide li hember biryara redkirina pêdaçûnê raweste.