Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Rexnegirê Kremlin yê Girtî Navalny di Rewşeke Tenduristî ya Xerab de ye


Yekîtîyeka pizîşkan ya ku pêwndî bi siyasetmedarê opozisyona Rûsya re hene, îro Şemîyê got ku rexnegirê Kremlinê Alexei Navlany di bin metirsîyekla mezin ya têkçûna gurçikê de ye û bênahîya wî jî xerab dibe piştî bêhtirî du hefteyan ji gireva wî ya birçîbûne.

Navalny yê 44 salî û dijber ê navdar yê serokê Rûsya Vladimir Putin, ji roja 31ê Adarê ve dest bi gireva birçîbûne kiriye, wek protesto li dijî redkirina desthilatdarên zindanê ku êşa pişt û lingên wî derman bikin.

Alexandra Zakhorova, niwênera Yekîtîya Hevbendîya Pizîşkan ya ku desthilatdarên Rûsî wê wek grûpeka çalakvan ya opozisyonê dibîne, got” Ew di rewşeka xerab de ye.”

Wê got endamên yekîtîyê bi xwe Navalny taqî nekirine lê têstên wî bi rîya parêzerên gihîşte wan.

Wê ji ajansa Reutersê re got:

“Me têstên wî dîtin û ew gelekî xerab in.”

XS
SM
MD
LG