Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

'Ez Nefretê Ji Wê Werzîşê Dikim!': Kerb, Rondikên Ciwanan Û Hilweşîna Olîmpiyadê


'
Xwedîyê madalyaya zêrî got ku ew xwe vala hîs dike. Xwedîyê madalyaya zîvî soz da ku careke din xuşokana ser cemedê (skating) neke. Ya herî baş bêyî ku peyvekê bêje bi rondikan derket.

Piştî yek ji şevên herî dramatîk di dîroka werzîşa xwe da, sê stêrkên cîwan yên Rûsyayê rû bi rûyê paşerojek nedîyar dibin.

Olîmpiyad û jiyana Kamila Valieva, ku xwediya rekora cîhanê ye jiber dozek dopîngê serûbin bû, û ew rû bi rûyê qedexeyek pêkan bûye.

Ew herwiha rû bi rûyê rexneyên rahênera xwe jî bû. “Te çima berda? Te çima dest ji tekoşînê berda?” kamerayan dît ku rahênera wê ya tund Eteri Tutberidze digote keça 15 salî piştî ku ew du caran ket û ji pêşbazîya madalyayê derket.


Serokê Komîteya Olîmpîk ya Navnetewî Thomas Bach got ku ew ji ber giwaşên dijwar yên li ser xuşokvanên ciwan, nemaze Valieva, nerehet bûye û rahênerên wê rexne kirin bêyî ku navê Tutberidze bide.


Thomas Bach got "Li şûna ku aramîyê bidin wê, li şûna ku hewl bidin ku alîkariya wê bikin, ew hatîye rexne kirin û bi bi awayek sar hatîye pêşwazî kirin."


Şampiyon Alexandra Trusova jî bêhêvî bû piştî ku hewlên têrê nekir ku hevala xwe ya tîmê Anna Shcherbakova têk bibe û madalyaya zêr bi dest bixe. Ew jî qîrîya û got "Ez nefretê ji wê werzîşê dikim," "Ez careke din naçim ser cemedê."


Shcherbakova jî şaş ma bû ku çawa bertek nîşanî dramaya ku li dora wê diqewime bide, û got ku ew ji bo Valieva xemgîn e. "Ez hêşta jî tênagehim ka çi bûye. Ji aliyekî ve ez kêfxweş im, li aliyê din ve jî ez valahiyê di hundirê xwe da hîs dikim."

Shcherbakova got her wekî "nerast" e ku ji wê ra bêjin şampiyona Olîmpîyadê. "Ez hîs nakim ku ew derbarê min diaxivin."

Hinek kesên di karê xuşokanê da hewl didin ku temenê herî kêm ji bo beşdarbûna Olîmpiyadê ji 15ê bilind bikin bo 17 anjî 18 salîyê.


Jina herî dawî ku madalyaya zêr radigirt Katarina Witt ya ji Almanyaya Rojhilat bû di sala 1988an da.

XS
SM
MD
LG