Rûsya ragihand ku ser nûkirina peymana dexlûdan ti danûstandina wan tuneye.
Kremlînê dîyar kir ku ne pêkan e ew li peymana dexlûdan vegerin.
Rûsya û Ukrayna par di Tîrmehê de bi navbeynkarîya Neteweyên Yekbûyî (NY) û Tirkîyê ser peymana derxistina dexlûdan li hev kiribûn û wê peymanê îsal heta 18’ê Tîrmehê dom kiribû.
Cîgirê Wezîrê Derve yê Rûsya Sergey Vershinin dîyar kir ku ser nûkirina peymana dexlûdan ew ti danûstandinê nakin.
Berdevkê Kremlînê Dimitri Peskov jî îro Sêşemê ser banga Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) peyivî.
"Tevî ku Guterres planek daye ber dewletan, kiryarên jibo berjewendîyên bi cîh nehatine. Heta niha ti car jî dewlet li gor peymanê tevnagerîne," Peskov got.
Dewletên cîhanê dibêjin ku vekişîna Moskowê jibo ewlekarîya xwarinê ya cîhanê rîskan çêdike û bi taybetî ewê li Afrîqa krîza xwarinê dijwartir bike.
Ew bang li Moskowê dikin ku demûdest li peymanê vegere, lê Moskow di 18’ê Tîrmehê de ragihandibû ku ew jiber toleyên dijî wê peymanê dirêj nake.
Jêder: Reuters, AFP