Rûsya îro Pêncşemê ragihand ku wê biryar daye balyozxaneya Polonya li St Petersburgê bigire.
Wezareta Derve ya Rûsya dîyar kir ku ew biryar jiber biryara Polonya ya ser girtina konsulxaneya wê ya li Poznanê hatiye dayîn.
Li gor ragihandina wezaretê sê xebatkarên dîplomatîk yên Polonya jî ‘’personae non gratae’’ (kesên nexwestî) hatine ragihandin û ji wan tê xwestin ku heta demeke dîyarkirî ji welêt derkevin.
Wezaretê dîyar kir ku ewê Moskow dijî hemî gavên dijminane bersîvên tund bide.
Wezîrê Derve yê Polonya Radoslaw Sikorski dîyar kir ku ti mafê Rûsya tune ku wisa bertekekê nîşan bide.
Sikorski dîyar kir ku biryara wan ya ser girtina li Poznanê ser sabotajên Rûsya yên li Polonya bersîvek e.
Wî got ku ew dizanin ku Rûsya welatekî çawa ye û ew bi bersîva wan şaş nebûne.
Jêder: Reuters