Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Rûsya Piştrast Dike Ku Serokê Wagnerê Prigozhin Di Ketina Balafirê De Miriye


FILE PHOTO: Makeshift memorial in Moscow for Wagner's Prigozhin believed killed in plane crash

Lêkolînerên Rûsî roja Yekşemê got ku testên genetîkî piştrast kir ku Yevgeny Prigozhin, serokê koma çeteyên Wagnerê, di nav 10 kesan de ye ku di ketina balafira hefteya borî de mirin.

Ajansa firokevaniya Rûsyayê berî niha navên her 10 kesên di balafira taybet de ku roja Çarşemê li herêma Tverê li bakurê rojavayê Moskoyê ketibû, belav kiribûn. Di nav wan de Prigozhin û Dmitry Utkin, destê wî yê rastê yê ku alîkariya damezrandina koma Wagnerê kir.

Komîteya Lêkolînê ya Rûsyayê di daxuyaniya xwe ya li ser Telegramê got: "Di çarçoweya lêpirsîna ketina balafirê ya li herêma Tverê de, lêkolînên genetîk hatin temamkirin."

"Li gorî encamên wan, nasnameyên her 10 kuştiyan diyar bûn. Ew li gorî lîsteya ku di kaxeza firînê de hatiye diyarkirin," wê got.

Hin dengiya hebûn, nemaze li ser kanalên Telegram ên alîgirên Wagnerê, di derbarê gelo Prigozhin - yê ku dihat zanîn ku tedbîrên ewlehiyê yên cihêreng li digirtin li dijî hewildaneke kuştina wî - bi rastî di wê balafirê de bû.

Rayedaran hîn negotiye ka çi bûye sedema ketina balafira wî ya taybet ji ezmên.

Çavkanî: Reuters

XS
SM
MD
LG