Polîsê Rûsî îro Şemîyê bêhtirî 350 kes li seranswerî Rûsya girtin ku derketibûn xwepêşandanên dijî girtina serkirdeyê opozisyonê Alexei Navalny.
Navalny ji alîgirên xwe daxwaza xwepêşandanan kiribû, piştî girtina wî ji aliyê desthilatdaran ve, dema ku ji welatê Almanya vegerîya. Navalny li Almanya hatibû dermankirin, piştî hewldanana jehirkirin û kuştina wî di meha Tebaxa sala borî de.
Li navenda Moskoya paytext, polîs herî kêm 100 kesan girtin, berî ku xwepêşandan dest pê bibin. Dora hezar kesî berî dema fermî ya xwepêşandanê kom bûbûn.
Hin xwepêşanderan bi siloganên wek ”Putin diz e” û “ Şerm e” bang kir, dema ku polîs dest bi girtina wan kir.
Li xwepêşandaneke Yakutsk a Sîbîryayê, ku pileya germê îro Şemîyê lê -52 di bin sifrê de bû bi pîvera Celsius, girteyeke vîdyo nîşan da ku çawa polîs xwepêşanderekî ji dest û pîyên wî digrin û wî davêjin vanekê.
Grûpa çavdêrîya xwepêşandanan OVD got herî kêm 369 kes, di nav de jî 67 li bajarê Novosibirsk yê Sîbîryayê ta niha hatine girtin.
Wê girtin li nêzîkî 40 bajar û bajarokan ragihand.
Desthilatdaran gotibû ku xwepêşandan ne yasayî ne, ji ber ku wan rêdanên fermî ji desthilatdaran wernegirtine.